Karbidestên beşa hilbijartinê li Îranê dibêjin Ahmedînejad di dengdanê de li pêş Mîr Huseyn Musewî yê reformxwaz e.
Encamên li dû 80% dengên ku hatine jimartin nîşan didin ku Ahmedînejad 65%, û Musewî 32% dengan înaye.
We çaverê tête kirin ku encamên dawîn yên hilbijartinê îro şembîyê bêne ragihandin.
Ajansa resmî ya peyamhinêrên Îranê Ahmedînejad serkeftî ragehand belê Mîr Huseyn Musewî jî derengîya roja înê di konferanseke rojnamevanî de li Tehran îddîaya serkeftinê kir û herwiha got li hin navçeyan da jiber ku kêmatî di belgeyên dengdanê de hebûne hin girift peyda bûne.