Civata Tenahîya Neteweyên Girtî bi egera ceribandina çekên navokî li meha buhurî toleyên li dijî wî welatî berfireh kirin.
Her 15 endamên Civata Tenahîyê duhî bi pesend kirina toleyan ew ceribandinên Koreya Bakur mehkum kir.
Dinav bendên wê biryarnameya 1874 a toleyan de ambargo kirina çekan hejta qewîtir û berfirehtir dike ku danûstandina her cure çekên digel Koreya Bakûr tête qedexe kirin. Herwisa rê dide ku her barê li ser keştî û firokan ku guman lê hebe bête kontrol kirin û heke pêdivî hebe, weku ku yên qedexe kirî dinav de bêne dîtin, dest li ser bête danan an jî bêne avêtin.
Ji alî diravî ve biryarname her şandin û wergirtina pareyên ku dê bi kêrî bernama muşekî yan a navokî ya Pyongyanê bê qedexe dike. Herwisa hemu alîkarîyên pareyî qedexe dike ji bilî yên ku bo alîkarîya mirovatiyê û pêşvebirinê bin.
Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon pêşwazî li dengdanê kir.