Bizavkarên
reformxwazên Îranê hîvî dikin ku xwendîşandanên zêdetir bikin wek nîşana
nerazîbûnê derbarê hilbijartina ku miştûmir li ser ya serokatîya Îranê ku ji
dema şoreşa Îslamî ya sala 1979 heta niha mezintirîn rûdan e li vî welatî..
Komeleyên ku piştevanî li reformxwaz Mîr Huseyn Musewî yê rikeberê sereke yê
Mahmud Ahmedînejadê serokê jinuve hilbijartî dikin ji Wezareta Navxweya Îranê
xwestine ku karibin îro çarşembîyê xwenîşandanan bikin.
Roja sêşembîyê li xwenîşandanên gelek mezinên li Tehranê hin beş piştevanîya
serokê Îranê Ahmedînejad dikirin û hinekên din jî piştevanîya Mîr Huseyn Musewî
dikirin.
Desthilatdaran li Îranê sînordarî kirina li ser rêkxistinên
ragihandinê û nûçeyan yên biyanî tundtir kirîye û roja sêşembîyê peyamhinêr û
wênegir berbend kirin yên ku dixwestin raport li ser xwenîşandanan bidin.