Şûrayê Nîgehban, ku diwem bilindtirîn navenda desthelatê ye li Îranê, ragehand ku encamên helbijartina serokatiya welatî helnaweşînit.
Peyvdarê Şûrayê Nîgehban Ebbas Elî Kadxodayî got piraniya sikala û gazindên helbijartinê berî dengdanê, ne piştî dengdanê, hatîne tomar kirin.
Li çend rojên bûrî, Şûrayê Nîgehban ragehand ku jimara dengan li 50 bajêrên Îranê zêdetire li jimara kesên mafê dengdanê hene.
Her derbarê dawîtirîn pêşveçûnên helbijartina Îranê, hevkar Ahmed Barzanî hevpeyvîneka kirî digel Mecîd Heqî peyvdarê Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê. Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.