Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michael Jackson li jîyê xweyî 50 salî mir


Stranbêjê muzîka pop Michael Jackson li mala xwe li Los Angeles li duhî pêncşemê mirî.

Peyivdarê herêma California Fred Corral mirina wî piştrast kir bo televizyona CNN. Peyivdar dibêje li îro xuyaye go dê biryarê bidin ka bi çi sebeba saxlemîyê bû ku hiştî Michael Jackson bimre.

Rojnama Los Angeles Times got ku polîsê California dest bi vekolînê kirine sebaret bi mirina stranbêjê binavûdeng Jackson.

Televizyon gelek wêneyên temaşevan û xweşdivîyên Michael Jackson nîşan didin ku gelekî bi xemin û dixwazin bizanin ka çi bû sebeba mirina wî.

Karbidestê Los Angeles dibêjin ku Michael Jackson bi zû çû nexweşxanê li duhî pêncşemê piştî bêhna wî ne diçû û nedihat.


XS
SM
MD
LG