Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê di encama du teqînên cuda cuda da alîyê kêm 16 kes hatine kuştin


Karbidestên Iraqê dibêjin di encama du teqînên cuda cuda da bi rêka motosîkletan ve alîyê kêm 16 kes li Bexdayê hatine kuştin.

Teqîneka bikuj li bazarek motorsîkletan li navenda Bexdayê roja eynî alîyê kêm 15 kes kuştin û bi dehan kes jî dinav bûyerê de birîndar bûn.

Dinav êrîşek cuda da ew jî li rojavaya Bexdayê karbidestan gotin maddeyên teqînên girêdayî bi motorsîkletekê ve teqîyayî û di encamê da alîyê kêm kesek hatîye kuştin û sê jî birîndar bûn.

Êrîşên roja eynî tenê kirin çar rojan berî hingê ku hêzên Amerîka xwe ji bajarên Iraqê bo derve bikêşin û tenê erkê hîn kirinê û şîret dan bi hêzên Iraqê cîbicî bikin.

Demê roja eynî li Washingtonê di axift serok Barack Obama got serrayî wan teqînan li paytextê Iraqê li ser yek rewşa parastinê baştir bûye.


XS
SM
MD
LG