Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Honduras gehişte Nikaragua, rojekê piştî ji layê leşkerî ve li ser desthelatê hat ladan


Serokê ser-kar-ladayî yê Honduras Manuel Zelaya gehişte Nikaragua, rojekê piştî ji layê serbazên Hondurasî ve li ser desthelatê hat ladan.

Leşkerî roja yekşembî birêz Zelaya desteser kir û hinarte Kosta Rika.

Birêz Zelaya roja yekşembî dest nîşan kirbû ji bo encam dana refrandomekê bo guhrîna destûrî da ku ew bişêt bo gereka dî ya serokayetî xwe berbijar bike.

Birêz Zelaya şeva yekşembî Kosta Rika hêla û gehişte Nikaragua ji bo pişikdarî kirin li kombûneka serokên welatên Amerîka Latîn li roja duşembî.

Endamên perlemana Honduras serok perlemanîî Roberto Micheletti dest nîşan kir ji bo posta serokê welatî.

Di gotarekê de Micheletti got li ser desthelat ladana birêz Zelaya wergerîneka leşkerî nîye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG