Karbidestên Îraqê dibêjin bi kêmî ve 40 kes bi sedema sê hêrişan li bakûrê Îraq û Bexda hatin kuştin, heftiyekê piştî vekêşana fermî ya hêzên Amerîkî li bajêrên Îraqî.
Karbidest dibêjin li du hêrişên xwekujî li bajerokê Telafer, bakûrê welatî, bi kêmî ve 34 kes hatin kuştin û 62 kesên dî birîndar bûn.
Herweha di hêrişekê de li Bajêrê Sedir li Bexda bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin û 16 kesên dî birîndar bûn.
Ji bo pêzanînên pitir li ser peqîna Telefarê raporta rexê rastê vê perê kilik bike.