Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ajansa Navokî ya Îranê kar hêla


Ajansa dengûbasan ya ISNA radigîhîne ku Gholam Reza Aghazadeh jibo kar vekêşana xwe li roja Pencşemê, ti sedem nîşan nedaye. Raport dibêje, ew dest ji posta xwe ya dine ku cîgirê serokê Îranî, Mahmoud Ahmadinejadê bû, jî berdaye.

ISNA dide zanîn ku Aghazadeh gotiye ku, wî kar vekêşana xwe nêzîkî 3 hefte berê daye û Ahmadinejad jî erê kiriye.

Tekîlîyên Aghazadeh, bi berbijarê serokatî ya têkçûyî, Mir Hossein Mousavî ku îddîa dikir ku li ser encamên hilbijartinan felbazî hatîbû kirin.

Di bin serokatîya Aghazadeh de, Îran bernameya xwe ya navokî peşve birîbû.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hevkarên wê yên Rojavayî ditirsin ku Îran bizavê dike çekên navokî çê ke. Îran dibêjê, ew têne jibo armancên aştîwaz û bo bikar anîna sîvîlîan xebatên navokî dimeşîne.

XS
SM
MD
LG