Serokê berê yê Îranê Ekber Haşimî Refsancanî di gotareka tûnd da ya nivêja roja Heynî, rexne li rêberya welatî girt bo tepeser kirna xûnîşadanêt liser helbijartina hatîne kirin. Melayê bi desthelat got ya pêtviye rêz li daxaza xelkî bête girtin û got gelek Îranî hêşte goman heye liser helbijartinêt serokatiyê yêt kêşe liser yêt heyva borî.
Berbijarê serokatiyê yê sernekeftî û rêberê komela hevrik Mîr Hûsên Mûsevî li nivêja Heynî li zanîngeha Tehranê pişkdarî kir.
Bi hizaran piştavanêt komela hevrik li dervey zanîngehê xûnîşandan kir. Şahid dibêjin bo belav kirna xûnîşanderan polîsa gaza rondik rêj û dar bikar înan.
Telefezyona El Erabiye ragehand berpisyarêt destgeha ragehandina dewletê hatîne hişdarî dan ko gotara Refsancanî li telefezyonê belav neken û wêneyêt xelkê pişkdar negrin.
Gotara Refsancanî li radîyoya Îranê hate belav kirin, lê telefizyonê gotara serok Mehmood Ehmedînijad belav kir.