Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrişêt xwekuj li du hotêla li Jakarta 8 kes hatine koştin


Li du peqînêt xwekuj yêt li dîv yêk li du hotêlêt mezin li Jakarta bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin û 50 kesêt dî birîdar bûn.

Wezîrê parastina Indonîziya Wîdodo Adî Sucipto got, peqînêt ko li hotêla Ritz Carlton û Marriott roja Heynî qewmîn ji peqîna kersteyêt peqandinê yêt bi hêz bû.

Amerîkî, Australî û New Zealandî di nav qurbaniyan dane.

Karbidest dibêjin bombe li nizîkî xaringeha hotêla Ritz Carlton û li serdava hotêla Marriott hatbune danan.Pencirêt xaringeha Ritz Carlton hatine pijikandin û pirtêt pencera û dar û ber li cada belave bun.

Bombeka ne peqandî paşî li hotêla Marriott hate dîtin.Serokê polîsêt Jakarta Wahyono got hêrişker weko mêvan li hotêlê bon.

Çi kesê berpisyariya peqînê bi stûyêxûve negirtiye, lê peqînêt berê qewmîn kirbune binasêt tora tirorê li başûra rojhelata Asiya Jemaah Islamiyah.Karbidest dibêjin hêrişêt vê domahiyê renge karê Noordin Mohammed Top bit ko goman heye bombe bo wê komelê çêtkirn.

Serok Susilo Bambang Yudhoyono got ew peqîn kiryareka terorîsmêye û sûz da berpisyara bigrin.Li Washington, serok Obama ew hêriş tawanbar kirin û hevxemya xwe bo qurbaniya û kes û karêt wan diyar kir.

XS
SM
MD
LG