Di kombûnekî roja 13’ê meha 7 Tîrmehê de, serok wezîrên Tirkîye, Awusturya, Bulgarîstan, Macarîstan û Romanya, peymanek mor kirin. Armanca vê peymanê destnîşan kirina bingehên qanûnî û rêzikdarî ya xeta borî ya gaza xwezayî bû. Ev proje, ji nav axên wan dewletên ku peymanê mor kirin derbaz dike û Ewrûpa bi jêderên gazê li hêrema Deryaya Hazar (Qezwîn) û Rojhilata Navîn re girê dide.
Welatên Yekgirtî yên Amerîka, jibo imze kirina Peymana Nabucco ya pir-hikûmetî, pîrozbahî li hikûmetên Tirkîye, Awusturya, Bulgarîstan, Hungarya û Romanya dike.
Welatên Yekgirtî, ligel Yekîtîya Ewrûpa, jibo afirandina rîyên cûda ya vegûheztina gazê û dabîn kirina geheştina gazê bo Ewrûpa, piştgirîya projeya vê xeta borî ya Nabucco dike.
Ewrûpa, çaryek ji gaza xwe ya xwezayî ji Gazpromê dikire ku mezintirîn kompanya derxistina gazê yê cîhanê ye û mezintirîn kompanyayê Rûsya ye. Lê, % 80’êxeta borîyên Gazpromê ji axa Ukrayna derbaz dibin.
Li meha yek, Rêbendana 2006’an lêk ketinek sebaret bihayê gazê û mûçeya daborînê navbêra Gazprom û şîrketa Ukraynî ya gaze Naftohaz, derket ku û Gazprom jî gaza Ewrûpa qût kirîbû. Gazprom û Ukrayna, li meha yek, Rêbendana 2009, carekî din vegûhastina gazê bo Ewrûpa rawestandin.
Projeya Nabucco ya gazê ku li 2002’an destpê kirîbû hatîbû paşêxistin, jiber xemsarîya kiriyar, welatên ku xeta borî jê derbaz dibûn û welatên ku çavkanîya gazê ne. Ev proje, vê gave jiber problemên berdewam ya Gazpromê, piştgirîyekê mezin dibîne.
Dihêtê çavêre kirin ku, ava kirina projeya Nabucco li 2011’an destpê bike û 2014’an jî destbi kar kirinê bike. Heta niha, Misir, Îraq, Surîye û Turkmenîstan bo peyda kirine gazê jibo Nabucco û Azerbeycan jî bo beşdar bûna vê projê heweskarîya xwe nîşan dane.
Peyîvdarê Wezareta Derva ya Amerîka, Ian Kelly dibêje. “Ev peyman, jibo cîh anîna hêvîyên me yên hevbêş, bo vekirina navderekî ku gazê Qezwîn bîne Ewrûpa, pir girîng e. Ewlekarîya enerjî bi rîya pir rengî dihêtê bidest xistin - pir rengîya çavkanîyên enerjî, rîyên wê û bazarên kiriyaran- û Xeta Borî ya Nabucco nimûneya wê pir rengtî ye. Li gel hindê, gelek kar hene bihête kirin, mor kirina Peymana Pir-hikûmetîpengavekê mezin e bo rastandina projeya Nabucco ye”.