Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton digel qurbaniyên hêrişên Mumbay kom dibe


Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton soz da ku piştevanîya Amerîka dê berdewam be li şerê dijî terorê, demê roja şembî digel qurbanîyên hêrişên teroristîyên sala bûrî li Mumbay, Hindistanê, kom bû.

Birêz Clinton herweha got ku Amerîka fişar û givaştinê li ser Hindistanê dananêt da ku têkeliyên xwe digel Pakistanê pêşve bibe. Wê got li ser herdu welatan dimîne ka çewa piroseya aştiyê pêşve biben.

Li meha 11 ya sala bûrî 166 kes li hêrişên teroristî li Mimbay hatin kuştin û karbidestên Hindistanê bawer diken ku hêrişberên terorist ser bi Pakistanê bûn.

Bo cara yekêye birêz Clinton, weke wezîra derve ya Amerîka, seredana Hindistanê bike û seredana wê sê rojan berdewam dibe.

XS
SM
MD
LG