Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton û serok wezîrê Hindistanê Manmohan Singh roja duşembî li Nûdelhî kom bûn.
Herdu rêberan basê bihêz kirina tayên sitrategîk nêvbera Amerîka û Hindistanê kirin.
Birêz Clinton, li demê seredana pênc-rojîya xwe ji bo Hindistanê, herweha digel wezîrê derve S.M. Krishna kom dibe bo bas kirina pirsên du alî û herêmî.
Çaverê dihête kirin herdu wezîr du rêkeftinan moro biken.
Yek ji wan dê rêkê dete kompaniyayên Amerîkî du navendên hêz û tihna navokî li Hindistanê ava diken.