Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Nûrî El Malikî li Seraya Sipî kom dibin


Serok Barack Obama roja çarşembî digel serok wezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî li Seraya Sipî kom dibe.

Çaverê dihête kirin herdu rêber basê aştbûna niştîmanî û aloziyên nêvbera Şîe, Sunnî û Kurdan biken.

Serok Obama got aştbûna niştîmanî zor giringe ji bo parastin û tenahîya dem-dirêja Îraqê.

Sipêdeya roja çarşembî Malikî û sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-moon li New York kom bun.

Malikî herewha digel pênc endamên herdem li Civata Tenahî kom bu ji bo bas kirina helweşandina toleyên dijî Îraqê hatin ragehandin piştî Şerê Kendavê li sala 1991.

XS
SM
MD
LG