Karbidestêt Îraqê dibêjin ew libern bersivekê liser wan raporta wergrin ko dibêjin nênerêt xirabkaran li Îraqê ev sale digel karbidestêt Amerîkî li Turkiya kom bibon. Karbidest dibêjin ew dixazin ko pitir bizanin liser wan kombona ji karbidestêt Amerîkî û yêt Turkya. Raport liser do kombona li meha sê û pênc li Stanbulê belav bon piştî ajansêt deng û basan hevpeyvîn digel Elî el Ciborî kirîn nênerekê xirabkarêt Sunî, ko gotî nênerêt xirabkara daxaza jimareka pirsa kir, yêk ji wan ko hevalbendîya bi rêberya Amerîkî daxaza lêborînê biket jiber dagîrkirna Îraqê û hemî girtiyan berden. Belê piştî do kombona, dan û standin têkçun.