Bingehên dengdanê li Kurdistana Îraqê hatin girtin, piştî Kurdên Îraqê li hilbijartinên serokatî û perlemanî yên herêma atonomî dengên xwe dan.
Nêzî du milyon û nîv Kurdên Îraqê mafê dengdanê hebû li her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî.
Hilbijartinên herêmê di demekê de ye ku girjî û aloziyên sîyasî nêvbera Hewlêr û Bexda zêde dibe. Belê di konferanseka rojnamevanî de li Hewlêrê roja şembî, serok wezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî soz da ku kêşên nêvbera Kurd û Bexda bi danûstandinan çareser bike.
Dengên hilbijartinan li paytextê Îraqî tên hijmartin û çaverê dihête kirin ku li demê sê rojan encam bên ragehandin. Belê berpirsê komisyona hilbijartina Ferec Heyderî dibêje ji ber arîşên teknîkî renge encamên fermî yên hilbijartina heta çend heftiyekan nehêne ragehandin.
Şarezayên sîyasî çaverê diken ku serokê nuke yê herêmê Mesûd Barzanî dubare bihête hilbijartin û Partîya Dîmkorata Kurdistanê û Yeketîya Niştîmanî ya Kurdistanê piraniya dengên perlemana 111-endamî bidest bînin. Deh kursiyên perlemanî ji bo Turkmen û Kirstiyanan hatîne dest nîşan kirin.
Ji bo pêzanînên pitir fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.