Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Amerîka bi serokê Herêma Kurdistana Iraqê re kom bû


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates di roja duwê ya seredana xwe de bo Iraqê digel serokê Herêma otonoma Kurdistanê Mesud Barzanî kom bû.

Roja çarşemê herdu li paytextê herêma Kurdan li Erbîlê kom bûn di demekê da ku rêzdar Gates hewl da bo kêm kirina cudahîyên navbera Kurdên Iraqê û xelkê piranîya welatî anku Ereban.

Roja sêşemê Gates li Bexda bi Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî re û bi Wezîrê Berevanîya Iraqê Evdilqadir Muhammed Casim re kom bû da ku li ser paşeroja mana serbazên Amerîkî li welatî û li ser firotina çekan bo Iraqê bi peyivin.

Wezîrê Berevanîyê herwisa digel komandarê bilindê Amerîka li Iraqê General Ray Odierno kom bû.

Wezîr Gates dibêje bixwe ew û General Odierno bawerin ku hêzên Iraqê amade ne ku niha li bajaran û li demek pêş da li temamê welatî parastinê pêk bînin û heke bêt û daxwaz bikin Amerîka her dem amade ye bo alîkarîyê.

Gates herwisa got li ber Iraqê hêjta "pêngavên girîng" hene ku bavêje berî bi temamî vekêşana serbazên Amerîkî li sala 2011 weku hilbijartinên rewa û pêkanîna hikumeteka nû ya netewî.

Wezîrê Berevanîya Iraqê jî balê kişand ser girîngîya stratejîya bo şerrê dijî terorîzmê û daxwaza firokên nûyên şerrî kir ji Amerîka.

Serbazên şerkerên Amerîkî meha buhurî ji bajêrên Iraqê vekêşiyabûn bi şertê ku li dawîya sala 2011 bi temamî ji seranserê Iraqê bêne vekêşan. Sala buhurî tundûtûjî li Iraqê bi şêweyeke xuya kêm bûbû lê belê êrîş dîsa zêde bûbûn li heftîyên berî û piştî 30ê meha şeş Xizîranê dema ku serbazên Amerîkî xwe ji bajêrên welatî vekêşan.


Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG