Medya Brîtanya radighîne ku du rehîne yên berî du salan li Iraqê hatibûn revandin wê tête bawer kirin ku mirîbin.
Raport dibêjin Wezareta Derveya Brîtanya heftîya buhurî ji malbatên herdu rehîneyan re gotîye ku ew we bawer dikin herdu zilamên revandî mirine.
Herdu kesên hatibûn revandin dinav pênc kesên Brîtanî de bûn, yên ku li Bexdayê ji avahîya Wezareta Darayî ya Iraqê li sala 2007a ji alî hinek zilaman ve hatibûn revandin. Cendekên herdu rehîneyên din meha buhurî dabûn destê karbidestên Brîtanî.
Çi agahî derbarê rehîneyê pêncê nîne û Wezareta Derve dibêje jibo berdana wî çi ji destê wan tê ew dikin.
Grupeke ku ji xwe re dibêje Berxwedana Îslamî ya Şî'a li Iraqê ew revandin dixe stuwê xwe.