Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Diyala nivîsxaneyên partîyek siyasî ket ber êrîşên bi bomba




Polîsê Iraqê dibêje bi êrîşeke bomba li bajarê li bakûra Bexda heft kes hatine kuştin û bikêmîve heyşt kesên din jî brîndar bûne.

Ev êrîşên roja pêncşembîyê ji xwe re nivîsxaneyên partîyeke siyasî ya Sunnîyan kirin armanc li parêzgeha Diyala.

Polîs dibeje bombe di nav bingeha Partîya Reform û Pêşketinêde teqîyaye li Baquba, demê ku hin ji endamên partîyê kombûnê dikirin.

Par tundûtûjî li Iraqê bi şêweyek balkêş kêm bûbû belê êrîş dîsa zêde bûn berî û piştî 30ê meha şeş-Xizîranê demê ku hêzên şerkerên Amerîkî dest bi xwevekêşanê kirin ji bajêrên Iraqê.

XS
SM
MD
LG