Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama dibêje aborîya Amerîka dûr keftîye ji xerab bûneke berev paş ve diçet


Serokê Amerîka Barack Obama dibêjit ew çaverêya raporteka nû dike bo diyar kirina rewşa aborî li nêvbera meha çar û şeş, belê ew dibêje sere hemîyê aborîya Amerîka dûr keftîye ji xerabûneka berev paşve biçit.

Serok Obama behsa bîr û nêrînên xwe kir li duhî pêncşemê li Washington û got belê ji destdana karî hêjta girifteka herî mezin e, belê wî got rêjeye kar ji destdanê kêm bûye her ji meha yek û were.

Serok Obama berî niha gotibû ku xelkê kar ji dest daye nêzîkî 700 hezarî bû, her ji meha yek were belê li duhî pêncşemê got Wezareta Karî ya Amerîka got jimara ew kesên ji ser karî derkeftine daxwaza karî dikin bo yekemîn car bi awakî hêdî bilind bûye û bêtir ji ya çaverê dihate kirin li heftîya çûyî.


XS
SM
MD
LG