Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bawerî heye ku sê gerîdeyên dibe hevwelatîyên Amerîkî bin li Îranê hatine girtin


Karbidestên Iraqî dibêjin sê gerîde, bawerî heye hevwelatîyên Amerîkî bin hatine girtin piştî sinor derbaz kirî û ji Herêma Kurdistana Iraqê keftîne nav erdê Îranê, belê karbidestên Amerîkî hêjta ew raport piştrast nekirine.

Karbidestekî parastina Herêma Kurdistana Iraqê dibêjitin ew hersê endamên komeleka çar kesîya gerîdeyan bûn li demekî zû vê heftîyê gehêştibûn Hewlêrê, paytextê Herêma Kurdistanê.

Wî karbidestî got jî ew sê gerîde çûbûne seyrangeha Ahmed Awa, nêzîk sinorê Iranê li roja pêncşembîye û dê pêre wan pêywendî bi hevalê xweyî çarê re kiribû ku heta bêjine wî serbazan rê li wan girtibû.

Hêjta xuya nebûye ka eger ew gerîde çûne nav erdê Îranê û kengî.

Karbidestên balyozxana Amerîkî li Iraqê dibêjin wan agahî ji serhatîyê heye û vekolînê dikin.


XS
SM
MD
LG