Polîsê Iraqê dibêje teqîna çendîn bomba li mizgeftên Şî'ayan li Iraqê li bajarê Bexda bikêmîve 29 kes kuştine û zêdeyî 130 kes jî birîndar kirîne.
Bi kêmîve şeş bombe di heman demê de li mizgeftan teqîyane li demekê ku beşdaran mecbûr mane nivêja înê nîvcû bihêlin.
Herî hêrîşek xwînrêj li gereke Şaab li bakura Bexda rû da ku otomobîleke bombebarkirî li derveyê mizgefteke Şî'a 21 kesî kuşt.
Tu grup berpirsyarîya wan hêrîşan nexistîye stuwê xwe belê milîsên Sunnî û terorîstên El Qaîde berê hêrîşan dikirin ser kombûnên ayînî.
Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî ew êrîşe bi karekî napesend da zanîn û got ew êrîş bi mebesta sor kirina şerrê tîreyî hatine kirin.