Serok Obama dê digel serokê berê Bill Clinton kom bibe ku bi seredan çûbû Koreya Bakûr û navberîyê kiribû ku du rojnamevanên Amerîkî bêne azad kirin.
We tête çaverê kirin ku rêzdar Clinton agahîyan bide serok Obama di derbarê danûstandin û kombûnên xwe de yên li Koreya Bakûr.
Peyivdarê Seraya Sipî got dê kombûn piştî demek kurt bê kirin. Bill Clinton piştî ku tevî rojnamevanan vegerîya Amerîka axaftineke kurt li ser telefonê bi serok Obama re kir.
Seraya Sipî dibêje azad kirina rojnamevanan ji alî serokê berê ve bi temamî karekî wî yê şaxsî bûye. Belê tê ragihandin ku berî Clinton biçe Koreya Bakûr digel şîretvanên serok Obama yên tenahîya netewî kom bûye.