Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton li Afrîkaya Başûr e da hewl bide ku ev welat zêdetir kar bike li dij bi gotina wê "bandorên nerênî" yên desthilata serokê Zimbabwe Robert Mugabe.
Roja pêncşembîye xanim Clinton gehîşte Johannesburg. Roja eynî bernameya wê gelekî mijul e jiber ku dê digel serokê berê yê Afrîka Başur Nelson Mandela komb bibe û piştre dê axaftinekê bo rêberên kardarîyê bike.
Herwisa ew dê li Pretoria digel Wezîrê Derveyê Afrîka Başur Maite Nkoana-Mashabane kom bibe berî ku li roja şembîyê digel serok Jacob Zuma bipeyive.
Xanim Clinton piştî seredana xwe ya Kenya gihîşte Afrîka Başûr ku li wê derê jî daxwaza "piştevanîyeke qewî" kiribû bo hikumeta Somalia paş kombûna digel serokê welatî Şêx Şerîf Şêx Ahmed li Nairobî li roja sêşembîyê.
Clinton herwisa huşdarî da bo toleyên dijî Eritrea jiber îddîayen ku bi veşartî wê çekan daye xirabkarên Îslamî yen Somalia.