Îran rûbirûyê şermezarkirineke navnetwî dibe piştî ku bo cara duwê dadgehkirina girtîyên siyasî kir bi tawana aloz kirina xwenîşandanên nerazîbûnê yên paş hilbijartina serokatîyê ya kêşe li ser.
Dinav ewên ku li roja şembîyê hatin dadgeh kirin mamostayeke jinek Fransî heye û herwisa Îranîyên ku li balyozxaneyên Fransa û Brîtanya kar dikin li Tehranê .
Yekîtîya Ewropa û Brîtanya Îran şermezar kir jiber ku wê mamosta Fransî Clotilde Reiss û du karmendên balyozxanê dadgeh kir.
Serokê Yekîtîya Ewropa got kiryareka li dijî yek welateke endama Yekîtîyê an hevwelatîyên wê yan jî karmendên balyozxaneyên wê weku kiryareke li dijî temamê Yekîtîyê ye. Serokî daxwaz kir ku hemu girtî yekser bêne azad kirin.
Fransa bi şêweyek ciddî dawa li Îran kir ku xanim Reiss û karmenda balyozxanê Nazik Afşar berde. Wezîrê Derveyê Fransayê got tawana sîxurî li dijî wan kesan bê binaxe ne.
Û Wezareta Derveya Brîtanya rexne li Îranê girt ku hewl daye karmendê balyozxana Brîtanya Huseynî Ressem bi tawana sîxurîyê dadgeh kirîye.