Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Aramê Tîgran koça domahîyê kir


Stranbêj û hunermendê navdar Aramê Tîgran, duhî di nexweşxaneke Atîna da li paytextê Yunanistanê, di jîyê 75 salî de koça dûmahîyê kir.

Aramê Tîgran li sala 1934’ê li bajarê Qamişlo hat dunyayê û hîna zarok bû, destbi stranbêjîyê kir. "Bi rastî Aram Tîgran jibo gelê Kurd û gelê Ermenî û her wiha jibo gelên Rojhilata Navîn hunermendekî mezin bû. Bi mirina wî, jî hundabûneke mezin derket holê. Jibo wê yekê dibêjin, Aram, hunermendê hunermendan bû." Ev gotinên hunermend Farqîn Azad bûn ji Diyarbekirê, digel Pişka Kurdê ya Dengê Amerîka axift û piştrast kir ku wesîyeta Aramê Tîgran ew bû ku li Diyarbekirê bête veşartin.

Farqîn Azad dibêje "Çend caran wextê em bihevre rûniştibûn jî, carna bi mêvantî dihate Navenda Çanda Dicle û Firatê li Amedê, ser wê yekê jî. me xeberdida, me henek pê dikir û digot -mamoste tû îndî li vir î û jixwe te mal jî li vir sitend; xanîkî jî li Diyarbekir sitendibû, mala xwe anîbû Amedê. Vêcarê ku çû Yunanistan got, piştî wê ezê vegerim Amedê. Ez bimrim jî îndî min li vir veşêrin. Ez naxwazim biçim li xerîbîyê wefat bikim."

Binemalên Aramê Tîgran ji şerrê qirkirina Ermenîyan revîyane Surîye û di pêra jiyana Aram bixwe jî bû penaberî. Dîsan hunermend Farqîn Azad wî bahsî diket, "Aram Tîgran û malbata wî ji Surîyê koçberî Ermenistanê dibin, ji Ermenistanê koçberî Belçika bû, ji Belçîka car dinê çû Ermenistan. Dû re, car dinê vegerîya Yunanistan û ji Yunanistan jî en dawî, sala çûnî, li 2008’an me wî anîbû Festîvala Amedê, piştî wê jî îndî biryar da û got ezê li Amedê bimînim."Aramê Tîgran bi çend zimanan stran distrandin; bi Kurdî, Ermenkî, Erebî û Tirkî. Belê, weke hunermendekî Kurd dihate nas kirin, rêzdar Azad dibêje; "Aramê Tîgran, şexsîyetekî Ermenî ku bi vê 75 salîya xwe, weke Kurdek dijîya û jiber wê jî, hemu gelê Kurdistanê pir alaqa nîşan didan, pir xwedî lê derdiketin."

Jibo guhdarî kirin, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG