Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derveyê Iraqê ji Îranê li ser rewşa gerîdeyên Amerikî pirsî


Wezîrê Derveyê Îranê dibêje wî ji Îranê pirsîye bo wergirtina agahîyê li ser rewşa sê Amerîkîyên ku li Îrane hatine girtin û bi derbazbûna sinorî bê destûr têne tawanbar kirin.

Hoşyar Zebarî dibêje wî behsa vê meselê kirîye di dema kombûnekê de vê heftîyê digel balyozê Îranê Hesen Kazimî Qumî belê wî zêdetir zanyarî nedan derbarê wê axaftinê de.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka digel Îranê têkelîyên dîplomatîk nîne û jibo derbarê gerîdeyan agahî wergire bi rêya balyozxana Swîsrê li Tehranê bizavê dike.

Gerîdeyên bi navê Shane Bauer, Sarah Shourd û Josh Fattal ji alîyê karbidestên Îranî ve li 31ê meha heft Tîrmehê hatibûn girtin ku dibêjin li dema gera xweya çîyayên Herêma Kurdistana Iraqê derbazî nav Îranê bûne.

Televizyona Îranî hersêyan wek sîxur binav kir.

Shon Meckfessel, hevalekî gerîdeyan e û dibêje ew jiber ku nexweş ketîye bi wan re neçûbûye gerînê û dibêje hevalên wî "şaşîyeke basît ku wê pê poşman bibin" kirine.




XS
SM
MD
LG