Karbidestên Îraqî dibêjin li zincîreka hêrişan li Bexda û bakûra Îraqê bi kêmî ve 44 kes hatin kuştin û bi deyan kes birîndar bûn.
Karbidest dibêjin du otombîl sipêdeya roja duşembî li Bexda peqîn û bi kêmî ve 16 kes hatin kuştin û 80 kes birîndar bûn.
Herweha bi sedema peqîna du otombîlan nizîkî bajêrê Musil, bakûra Îraqê, bi kêmî ve 28 kes hatin kuştin û 150 kesên dî birîndar bûn.
Karbidest dibêjin di wan peqîna de 35 xanî li gundê Xezna yê Şî'an wêran bûn.
Bo pêzanînên pitir derbarê hêrişên roja duşembî li Îraq, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.