Serokê Amerîka Barack Obama pişikdarî li kombûna lutkeyî ya Amerîka Bakûr li Guadalahara, Meksîk, dike.
Pirsên nexweşiya înfilûnza berazan, aborî û şerê bazirganên beng û muxederata li Meksîkê li servey karnama wê kombûnê ne.
Çaverê dihête kirin rêberên Amerîkî, Kenedî û Meksîkî pilaneka yekgirtî hebe ji bo bersing girtina vayrosa H1N1 ya nexweşiya înfilûnza berazan. Belê rêberên sê welatên Amerîka Bakûr boçûnên cuda hene li ser pirsên dî yên kombûnê.
Serokê Meksîk Felipe Caldiron şeva yekşembî dawa li serok Obama kir ku Amerîka lezê bike li biceh anîna soza xwe bo dana 1.4 milyar dollaran bo Meksîk (weke pişkekê li rêkeftina Merida) ji bo bersing girtina tawankarîyên rêkxistî.
Endamên Kongirêsa Amerîkî dana 100 milyon dollaran bo Meksîkê gîro dikin ji ber gotinên hebûna zêdegaviyên dijî mafên mirovan ji layê leşkerê Meksîk ve.
Serokê Amerîkî Barack Obama, Serok wezîrê Kenedî Stephen Harper û serokê Meksîkî Felipe Caldiron pişikdarî di wê kombûnê de dikin.