Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derve yê Tirkîye seredana Îraqê kir


Wezîrê derve yê Tirkîye seredana Îraqê kir ji bo bas kirina pirsên bazirganî û parastinê digel karbidestên Îraqî.

Ahmet Davutoglu roja sêşembî gehişte Bexda û li firokexanê ji layê wezîrê derve yê Îraqî Hoşiyar Zêbarî ve pêşwazî lê hat kirin.

Davutoglu gote peyamnêran ku ew bi serok wezîrê Îraqî Nûrî Malikî re kom bide. Davutoglu got Tirkîye jimareka pêşniyaran amade kirîne ji bo pêş birina hevkariya bazirganî digel Îraqê.

Her derbarê seredana wezîrê derve yê Tirkîye bo Îraqê, hevkar Dexîlê Şemo hevpeyvîneka kirî digel berevankar û şarezayê siyasî Sebahattîn Korkmaz li Diyarbekirê. Bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG