Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîrîn Ebadî dawa helbijartineka nu li Îranê dike


Wergira xelata Nobel bo Aştîyê Şîrîn Ebadî dawa helbijartineka nu ya serokatî li Îranê dike ku li jêr çavdêrîya Netewên Yekgirtî bêt kirin.

Di gotarekê de li Koreya Başûr, Ebadî got helbijartineka nu ya serokatî bi serperiştîya Netewên Yekgirtî dê alîkar be ji bo bi dawî anîna tond û aloziyên piştî dubare helbijartina serok Mehmûd Ahmedînejad.

Ebadî herweha ji sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-moon xast seredana Îranê bike û bi çavên xwe zêdegaviyên dijî mafên mirovan li bibîne.

Bi layekê dî ve Elî Reza Beheştî, hevalbendê berbijarê sernekeftî Mîr Hûsên Mûsevî, dibêje 69 kes li xwenîşandanên piştî helbijartina roja 12 meha şeş hatîne kuştin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG