Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên cîhanê biryara hikumeta Burma ya bo Aung San Suu Kyi şermezar kirin


Biryara hikumeta Burma bo hiştina Aung San Suu Kyi rêbera opozisyonê heta 18 mêhên din li mala wê weku girtî, bû egera nerazîbûneke bihêz li nav rêberên seranserê cîhanê.

Serok Obama dibêje ew biryar "nerewa ye û binpêkirina prensîbên navnetewî yên mafên mirovan e."

Gordon Brown serokwezîrê Brîtanya biryarê weke "metirsîyek ecêb" anî zimên û bo dadgehkirinê jî got ew weku leyîstekê ye.

Nicolas Sarkozy serokê Fransa jî got biryareke "nedadperwerane û nerewa" ye.

Ofîsa Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî di ragihnadinekê de dibêje Ban Ki-moon bi tundî mixabinîya xwe bo ew biryara fermanrawanên leşkerî anîye zimên.


XS
SM
MD
LG