Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton li Nîjerya ye, cihê tête çaverê kirin ew sebaret baştir birêvebirina hikumetê û şerr kirina li dijberî gendelîyê di wî welatî de danûstandinê biket.
Clinton roja sêşembîyê derengwext gehêşte Abuca dinav pêncemîn rawestana xwe de li gera xwe ya bo çendîn welatêt Efrîqî.
Hatîye diyar kirin ew îro tevî serokê Nîjerya Umaru Yar'Adua dîdarekê biket.
Wezîra Derveya Amerîka herwisa kombûnek jî tevî rêkxistîyên ne hikumetî jibo rêveberîyek baş û zelala hikumetê kar dikin pêk dînît.