Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon dibêje dê kiryarên dijî Talîban firehtir bibin



Peyivdarekî Wezareta Berevanîya Amerîka dibêje dê kiryarên zêdetir bêne kirin bo paqij kirina devera Helmenda Pakistane ji milîtanên Talîban û hêzên hevalbendîyê û yên Afganî dê deverê di destê xwe de bigrin piştî ku hêzên xirabkar jê ajotin.

Peyivdarê Wezareta Berevanîyê Bryan Whitman dibêje kiryara li parêzgeha Newzad hate kirin da ku berî hilbijartina serokatîyê ya li roja pêncşembîyê xirabkaran ji wê deverê derînin.

Whitman dibêje li paşerojê jî dê kiryarên bi vî awayî bêne kirin belê ew dê piştî hilbijartinê neseknin.

Kiryara Newzad ku 400 serbazên Amerîkî û 100 serbazên Afganî têde beşdar in, yek ji mezintir kiryaran e ku bi giştî ji alî serbazên Amerîkî ve tê birêve birin li Parêzgeha Helmand. Ev kiryar beşek in ji stratejîya nû ya ku serok Obama li meha sê-Adarê ragihandibû û ji alî komandarê wî yê nû li Afganistan, General Stanley McChrystal ve tê birêve birin.

Li dû vê stratejîyê hêzên navnetewî û Afganî divê li zêdetir deverên welatî tenahîyê pêk bînin û li wan deveran bimînin da ku hikumeta Afganî karibe desthilata xwe lê deyne û xizmetê lê bike.



XS
SM
MD
LG