Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derfeta peyda bûna penceşêra memikan bo ew jinêt ku şîr didin kêmtir e


Vekolîneke nû dîyar diket ku derfeta peydabûna penceşêra memikan jibo ew jinêt şîr didin kêmtir e, bi taybet jibo ew ku penceşêra memikan dinav malbata wan heyî.

Dinav vekolînê de hate dîyar kirin ku ew jinêt şîr didan û dayîkêt wan yan xuşkeke wan penceşêra memikan heyî, derfeta penceşêrê 59% kêmtir bû.

Nîvîsera yekê li vekolînê û profesora li zanîngeha Carolina Bakûr dibêje bala wê hate kişandin bi encamêt vekolînê.

60075 jin pişikdar bûn ji sala 1997ê heta 2005ê di vê vekolînê de û nêzîkî 87% ji wan jina di demekê de şîr dabû zarokên xwo.

Ji destpêka vekolînê, çi ji wan jinan penceşêra memikan nebû, li 2005ê ew jinêt ku penceşêr dinav malbata wan de heyî û şîr didan zarokên xwo, 41% penceşêr vegirtibûn, beramber wan jinêt ku şîr nedidan.

Lê diktor dibêjin pitir vekolîn pêdivî ne jibo piştrast kirina vê vekolînê ku şîr dana zarokan berpirsyar e jibo kêm kirina derfeta penceşêra memikan.

Vekolînêt dî dîyar dikin ku ew jinêt şîrî didin zarokên xwo bi rengekî giştî ji êşên dî jî, weku êşa dilî û paldana xwînê dihene parastin.


XS
SM
MD
LG