Di hevpeyvînekê telefonî de, endamê Parlamentoyê Tirkîye ji bajarê Agirîyê, birêz M. Hanifi Alir qala amadekarîya hikûmeta xwe, ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re dike. Parlamenter Alir dibêje “Serokwezîr Erdogan, rojê 24 seet kar dike ku pirsa Kurdî çareser bike. Ev pirs, pirseka dûr û dirêj e, loma çareser kirina wê jî wext distîne.Ev ne kêşeyeke hesan e ku partîyek têne dikane çareserîyê bînê, loma jî divê herkes destek bide hewl danên hikûmeta me.”
Jibo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.