Serokê Afganistanê yê berê Burhaneddîn Rabbanî
roja pêncşembîyê ji hewlek kuştinê li wilayeta Kunduz li bakûrê welatî rizgar
bû.
Karbidestên herêmê gotin şerkerêt Talîban bi narincok û tufengan êrîş kirine ser karwanê birêz Rabbanî û wan da xuya kirin çi kes dinav wî karwanî de nehatîye hingavtin lê belê dinav wî şerrî de tevî nobetdar û polîsî ku digel êrîşberan hatîye kirin sê şekerêt êrîşber hatine kuştin.
Birêz Rabbanî yek ji alîgiren kandîdayê serokatîya Afganistanê Abdullah Abdulla ye ku rikeberek sereke ye bo serok Hamîd Karzayî dinav hilbijartinên serokatîyê û yên Civatên Parêzgehan da ku li 20ê vê mehê birêve diçit.
Talîbanan xwe wek berpirsyarên êrîşê dayîne nasandin.
Ji alîyek din ve roja pencşembîyê li başûr li encama şerrê bi tufengan serbazek Amerîkî hate kuştin û herwisa teqîna bombeyek li rexê rêkê jî jiyana sê serbazêt Brîtanyayî girt.