Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates îhtîmala vekirî hiştîyî bo hinartina serbazên bêtir bo Afganistanê


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates îhtîmala vekirî hiştîyî bo hinartina serbazên bêtir bo Afganistanê, belê dibêjit ew hêjta nîgeran e ku gelek serbazên biyanî çêdibe xelkê Afganî dûr bixet.

Li konferanseke rojnamevanî li Pentagon li duhî pêncşemê Wezîrê Berevanîye Robert Gates nehezkirina xwe sebaret hinartina serbazan bêtir ji 68 hezar bo Afganistanê ya serokê Amerîka Barack Obama derbaz kirî da xuya kirin.

Wî got piranîya xelkê Afganî hevalbenda weka hevalên xwe dibînin. Ew grupe hebûna leşkerê navnetewî li wî welatî zêde dike û çêdibe wê çendê biguherit. Wî got qumandarê nûhî Amerîkî û yê NATO li Afganistanê General Stanley McChristal çaverê dike bo bedest kirina bîr û boçûnên rewşa niha li welatî, piştî hilbijartinên serokatîyê li çend heftîyên bên.


XS
SM
MD
LG