Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Cîhanî ya Xwarinê ya Neteweyên Girtî dibêjît pêdivî bi zêdetir pareyan heye


Bernama Cîhanî ya Xwarinê ya Neteweyên Girtî dibêjît bexşîneke yek milyon dolarî ji alîyê Amerîka ve dê alîkarîyê biket firînêt karêt mirovî li herêma penaberan li meha çar heta meha neh jî berdewam bin lê belê ew Ajanse herwisa huşdarîyê dide ku dûr nine heta dawîya mehê firîn jî bi domahî bên eger diravek neqdê zêdetir negihête wê derê.

Firrîn alîkarîyê diken yarmetîyên mirovî bigehine 1/4ê milyonek mişextên Darfurê ji Sudanê û bi sedan hezar kesên dinavxweyê welatê Çad de hatîne raguhastin û derbûyîn.

Karbidestek Neteweyên Yekgirtî dibêjît xizmetguzarîyên mirovahî yêt bi rêkên asmanî pêdivî bi nêzîkî şeş milyon dolaran heye ku heta dawîya sale berdewam bin.

Hejîyî gotinê ye ku firînêt veguhastinêt kelûpelêt mirovî li welatê Liberîa, Sierra Lion û Ginea jî liber giriftek ji wî awayî berev rû ne.


XS
SM
MD
LG