Dr. Necmeddîn Kerîm serokê Enstîtuya Kurdî li Washingtona paytext bo hevkar Heyder Kerîm digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka peyivî li ser pêngavên nû yên ji layê hikumeta Turkîye ve têne avêtin li ser çareser kirina pirsa Kurdî li wî welatî.
Dr. Necmeddîn balê dikşîne ser du alîyên van pêngavan ku yek jê şikestina tabûya axaftina li ser pirsa Kurdîye û dibêje berê jî, cara yekê ew tabu ji alî Turgut Ozal ve hatibû şikandin belê vê carê li Turkîye dema behsa vê meselê tê kirin weku mînak li şuna ku berê behsa mirovkujî û terorîzmê dihat kirin niha behsa "nexşe anku plana rê"ya serokê PKK yê girtî dête kirin.
Li gorî dîtina rêzdar Necmeddîn nuqta diduwan jî ew e ku berê dema serokwezîr Erdogan behsa Kurdan kir, esker ew li gotinên wî poşîman kiribû lê belê vê carê piştî ku wî behsê çareserîyê kir deng ji leşker derneket.
Li ser pirsa ku ka gelo dê "nexşeya rê"ya Abdullah Ocalan çibe, Dr. Kerîm bi kurtî behsê dîroka PKKê kir û balê kişand ser guhorînên daxwazên PKK kir ji destpêkê heta girtina rêberê wê û dibêje bi bawerîya wî dê di vê nexşê de jî ew dê behsê mafên kêmanîyan li Turkîye bo Kurdan bê kirin û ew daxwazên Ocalanên ku li dema girtina wî ewî behs kiribû dê di vê nexşê de jî behsa wan daxwazan bike weku mafên bikaranîna zimanê Kurdî di perwerde û dezgehên ragihandê de û federalî an konfederalîyeke demokratîk.
Herwisa Dr. Kerîm anî zimên ku avêtina pêngavên bi vî awayî ne tenê encama hikumetek an çend hikumetan e ew encama fêdakarî û bizavên gelê Kurd li vî welatî ye
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe re li ser rûpela Audioyên Kurdî îro dinav Nûçeyên Rojane de li bernama 1ê nîvêşevê guhdarî bikin.