Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Recep Tayyîp Erdogan dibêje hikumeta wî dê çareserîyeke radîkal peyda bike bo serhildayên Kurd li wî welatî


Serokwezîrê Turkîye Recep Tayyîp Erdogan dibêje hikumeta wî amade ye ku bizavê bike ku çareserîyeke radîkal peyda bike jibo pirsa serhildayên cudaxwazên Kurd li Turkîye.

Recep Tayîp Erdogan bi hûrî tu agahîyên derbarê çareserîyê nedan lê karbidestên hikumeta wî li ser hin pêngavên aştîyê xebatê dikin wekî berfirehtir mafên perwerdeya bi Kurdî, jinûve ravekirina hemwelatîyê û derxistina xala Tirkîtîyê ji qanuna bingehîn.

Serokwezîrê Turkîye roja înê rastewxwe banga piştevanîyê li siyasetvanên opozisyonê kir ku daxwaza wî ya axaftina bêtir mafan jibo kêmanîya Kurd red kirîbûn.

Hevrikên Erdogan dibêjin axaftinên wî yên bi vî rengî dikarin welêt perçe bikin û li dû jî dayîna mafên firehtir bo serhildayên Kurdan derbikevin.


XS
SM
MD
LG