Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê DTP Yaman: Pir girîng e ku Wezîrê Karên Hindur yê Tirkîye rêvebîrîya prosesa çareserîya pirsa Kurdî dike


Di hevpeyvinekê hevkarê me Robîn Reşvan de, endamê Parlamentoya Tirkîye, Nuri Yaman, nûnerê DTP’yê bajarê Mûşê, li derheqa peyvajoya nû li Tirkîye, bersîvên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dide.

Birêz Yaman dibêje, “Ez nêzîkî 40 salan di nav wezarata karên hindur de xebitî me û pir girîng e ku Wezîrê Karên Hindûr yê Tirkîye rêvebîrîya prosesa çareserîya pirsa Kurdî dike. Li gorî min, piştgirîya kadroyên wezereta karên hindûrî jibo çareserîyê gelek jîndar e. Heta vê demê, kadroyên vê wezaretê di bin bandore arteşê de bûn lê peşketinên niha hêvîyên me bo paşerojê xûrttir dikin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG