Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otomobîleke bombakirî li nêzî balyozxana Amerîka li Kabulê hate teqandin



Êrîşbirekî xwekuj li roja şembîyê li paytextê Afganistanê li bajarê Kabul otomobîleke bombebarkîrî li beşeke bajarî teqand ku parastina wê deverê gelekî qewî tê kirin.

Di encama vê teqînê de ku pênc roj berî hilbijartinên serokatîyê yên Afganî qewimî bi kêmîve heft kes hatin kuştin û 91 kesên din jî birîndar bûn ku hin ji wan zarok bûn.

Karbidestên NATO û Afganî dibêjin bombe li ser rêyekê teqîyaye ku li ber bingeha ISAF (Hêza Navnetewî ya Alîkarîya Tenahîyê) li nêzî Balyozxana Amerîkî û Sera Serokatîyê.

NATO dibêje hin serbazên ISAF jî dinav birîndaran de ne. Belê piranîya xelkê ku zirar gihîştîye wan xelkê sivîlên Afganî ne ku hin ji wan zarok in yên ku benîştan difrotin rêwîyên di wir de derbaz dibûn.

Talîban berpirsyarîya vê hêrîşê xistîye stuwê xwe û dibêje bombe 500 kîlogram bûye û mebesta wê Balyozxana Amerîkî bûye.


XS
SM
MD
LG