Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistan pênc serbaz û 13 milîtan hatine kuştin


Êrîşbirekî xwekuj li newala Swat a Pakistanê otomobîla xwe ya bombebarkîrî duhî li xoleke kontrolkirinê ya asayîşê da û pê pênc serbaz kuştin di wê demê de ku li cihekî dinê newalê heyşt milîtan hatin kuştin.

Xwekujekî din jî li şehrê Xewaza Kêla çar serbazên din birîndar kirin.

Karbidest dibêjin li dema vekolîneke li nêzî bajarokê Kancu ew milîtan hatine kuştin û herewisa diduwên din jî hatine girtin.

Herwisa li roja şembîyê li Weziristana Başûr ya devera eşîran firokên şerrî li veşargeheke milîtanan da û di encamê de bi kêmî ve pênc xirabkar kuştin.

Ev tundûtûjî li demekê têne kirin ku şandeyê Amerîkî bo Afganistan û Pakistanê Richard Holbrooke li derengîya roja şembîyê gihîşte Pakistan.

Holbrooke biryar e ku digel mezine karbidestên Pakistanî kom bibe û piştra bi seredan biçe Afganistanê da ku çavdêrîya hilbijartinên serokatî û civatî bike.

XS
SM
MD
LG