Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedema hêrişeka xwekujî li başûra Rûsya 20 kes hatin kuştin


Hêrişberekê xwekuj bi otombîleka bomb-rêjkirî hêriş kire ser bingehekê polîsî li komara Îngûşêtiya li başûra Rûsya.

Di wê peqînê de 20 kes hatin kuştin û 100 kesên dî birîndar bun.

Karbidest dibêjin 200 kîlogramêt kerestên peqandinê li hêrişa roja duşembî li Nazran bikar hatibûn. Polîsan teqe li hêrişberî kir belê neşiyan hêrişa wî ragirin.

Serokê Îngûşêtiya Yûnis Bek Yevkurov, ku ji layê Krêmlinê ve hatiye dest nîşan kirin, got hêrişa Nazran beşeke li bizavên çekdaran ji bo bersiv dana operasyona parastina hêzên hikûmetê li ser tuxîvê Çeçenistanê.

Yevkurov di hêrişeka xwekujî de berî du mehan bi giranî birîndar bibû.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG