Xwendewar kirina keçan tişteke serbarî pêşve birina jiyana wan hijmarek mifayên din jî bi xwe re tîne. Wextî keçek xwendewar mezin dibe û pê digehe, xwendewarî gelek mifayên din yên berdewam ne tinê ji bo wê belku ji bo civakê wê jî berdest dike.
Li gor civata liser pêwendiyên derve, mûçe(mi’aş)ê jinekê li welatên di pêşveçûnê de liser yêk dê heta 20 ji sedê zêde bibe bo her salek zêdetir ya xwendinê piştî kilasa sêyê yan çarê. Berhevdan derdixin ku ew jin dê pitir li birakê xwe dahata xwe bi malbatê û civakê re par bike, jiber ku birakê wê wek xoya dibe pitirî nîviya dahata xwe bixwe radigire. Derfetên hindê ku ew tûşî vayrosa HIV bit dê bi awayek berfireh linav biçit û ew dê pitir pişikdarê siyastên herêmî bit. Zarokên jinek xwendewar dê derfeta jiyanek baştir li pênc salan berî niha hebin, liber ku daykek ku bikare bixone zêdetir dê zarokê xwe bibe nexweşxanê û dê bikarbe destûrên nojdarî cî bi cî biket. Egerek zêdetir heye ku zarokên wê jî biçin xwendingehê. Xwendewarî tinê rêka herî karîgere hejariya cîl bi cîl têk bişknit û rêkekê bo derbaz bûn ji hejariyê berdest biket.
Li gor ajansa Amerêka ji bo pêşveçûna navneteweyî yan USAID, Amerika kar diket ku li Afriqa keçên zêdetir biçin xwendingehê. Programa berdest kirina alîkariya xwendinê bo keçan ku pişkek bernama xwendinê ya serokî ye bo Afrîqa, bizavê diket xwe bigehînit keçên sêvî û bê dayk û bab , yên siqet û hejar yan yên keftiye ber karîgriya AIDS ê. Ew pirograme hîvî diket heta sala 2010 ê nêzîkî 550,000 alikariyên xwendinê pişka zav ji bo keçên Afrîqa li astên destpêkî û xwendina navincî berdest biket.
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Rodham Clinton dinav babetekê de bo rojnama City Press ya Afrîqa Başûr nivîsî ku: bi qawet êxistina jinan ji bo pêşveçûna cîhanî û bexteweriyê gelek girînge. Ev çend tinê baş bûna moralê nîne belku pêşveçûna aboriye jî. Eger mafên jinan bêne dan û derftên wek hev di warê xwendinê de bi wan bêt dan, saxlemî û karkirinek bi berhem bo wan bête berdest kirin, ew dê civak û aboriyê pêşde biben. Eger bêt û ew bêne ji bîr kirin û bikevine ber serederiyek nebaş, her wek niha li gelek cihan li Afrîqa birêve diçe, jiyanek xweş û bextewerî qet çênabe.