Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistanê hoşdarî da li ser hêrişên nî yên terorê.


Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh roja duşembê li konferanseke li ser rewşa tenahîya niştîmanî li New Delhî hoşdarî da li ser hêrişên nuyên têrorê.

Rezdar Singh got terorîsma ku toxîba derbaz dibe gefeka herî mezine û daxaz ji hemî berpirsên wîlayetên Hindistanê kir ku hişyar û amade bin ji bo ber sing girtina hêrişan ji laye çekdarên Islamî ve yên bingehê wan li Pakistanê.

Serokwezîrê Hindistanê dibêjît hikûmetê rewşa parastinê bihêztir kirîye lê dibîtin wîlayet amade bin beramber çekdarên ku şîyan û teknolocîyên pêşketî hene.

Singh dibêje pêzanînên bawer pêkirî hene ku pîlanên giropên terorîst li Pakistanê ji bo hêrişên nu berdewamin. Herwisa Singh dibêje evro armancên operasyonên van terorîstan derbazî sinorên Jammu û Keşmîr dibin û hemo welatî digrît.

Çekdarên Îslamî ji sala 1989-ê were bizaveka cûdaxazî ya tûnd û alozî li Keşmîra jêr desthelata Hindistanê diken û van salên dûmahîyê bi çend hêrişên terorê li bajêrên Hindistanê hatine xetabar kirin. Par meha 11, hêrişa ji heman bi kujtir li bajêrê Mumbai bû.

Paş hêrişên Mumbai, welatê Hindistanê fişar û giranî danaye ser Îslamabadê kû ber singê wan giropên terorê yên kû Hindistan armanc dikin.

Pakistanê pênas kir ku hindek hêrişên Mumbai li ser axa wê hatin pîlan kirin û pênc kesên girêdayî wan hêrişan desterser kirin. Pakistan radgehînît ku ew pêgirîyê şerê cîhanî yê dijî terorê ye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG