Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî ve 13 kes li Afganistanê hatin kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin bi sedema zincîreka hêrişan dijî serbazên nêvneteweyî û karmendên Netewên Yekgirtî bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin û pitir ji 50 kesên dî birîndar bûn.

Li rojhilata Kabulê, hêrişberekê xwekuj otomîla xwe nêzîkî karwanekê hêzên nêvneteweyî peqand û bi kêmî ve du karmendên Afganî yên Netewên Yekgirtî, du serbazên Amerîkî û jimareka hevwelatiyên sivîl hatin kuştin.

Li herêma Uruzgan, başûra welatî, çar serbaz û du hevwelatiyên sivîl bi sedema hêrişeka xwekujî li bingehekê dengdanê hatin kuştin.

Ji bo pêzanînên pitir derbarê hêrişên roja sêşembî, fayla dengî yê rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG