Filmên Hindî nûke pitir yê binavûdeng bin li Amerîka ewên weku bi navê "Slumdog Millionaire" par gelek xelat wergirtîn li Academy Awards.
Nûke jî bernameyeka nû derkeftî bi navê "Bollywood Hero" ku bi hezaran mişext berê xwe didenê û li bakura rojava Amerîka dijîn.
Peyamhinêra Dengê Amerîka Anna King li şanoyeke biçuk li Kirkland li Wilayeta Washington ya dîtî û raportek ya hinartî û dibêjît Araf Amanî xwdanê wê şanoyê ye ya biçuk li Kirkland. Ew dibêjît gelek xelk tên berê xwe didene filma û gelek tên kesûkarên xwo û kulturên xwo bibînin.
Herwisa Arif Amanî dibêjit filmêt wan hemî li ser stranan û dansa ne. Piranîya wan filman bi muzîk in, digel cilûbergêt wan. Bahsê muzîk û dansê dikin û li ser serhatîyêt vîyanê ne.
Arif Amanî di van nêzîkayî da şanoyek vekirî li bajarê Seattle ku komedî têne gotin û muzîk tête lêdan ji herdû kultura; kultura rojava û kultura Hindê. Wî herwisa hîvî heye li nêzîk da şanoyek Bollywood ya mezintir veke.